Mijdar 14, 2022 16:17 Asia/Tehran
  •  Fermandarê Biryargeha Hmeze Seyid El-Şuheda: Baregeha komên terorîstî li kûrahiya 80 kîlometreyiya axa Iraqê ketin ber êrîşê

Fermandarê Biryargeha Hmeze Seyid El-Şuheda ya Hêza Bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Di operasiyona mûşekî û xwefirran a Hêza bejkahiya Sipahê da, baregeha nû ya komên terorîstî li Herêma Kurdistana Iraqê hem li sînor û hem li kûrahiya 80 kîlometreyiya axa vî welatî ketin ber êrîşê.

Serdar sertîp Muhemedteqî Esanlû Fermandarê Biryargeha Hmeze Seyid El-Şuheda ya Hêza Bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî derbarê êrîşa li ser baregeha komên terorîstî li Herêma Kurdistana Iraqê got: Piştî dora yekem a operasiyona Îran li dijî baregehên komên terorîstî û cudatîxwaz li axa Iraqê, terorîstan careke din hêzên xwe li navçeyên din bi cih kiribû ku ev baregeh jî hatin naskirin û ketin ber êrîşê.

Sertîp Esanlû tevî tekeziya li ser vê yekê ku hejmareke kuştinan li bajarên bakûrê rojavayê Îranê ji aliyê komên cudatîxwaz va pêk hatin, got: Ev kuştin li bajarên Sine, Bane, Mehabad û Bûkanê pêk hatibûn.

Hêza Bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja 24ê Îlonê jî piştî hişyariyên berdewam bo komên terorîstî yên cudatîxwaz êrîşên giran li ser baregehên wan pêk anîn û ragihad heta wê demê ku tevgerên wan ên terorîstî neyên rawestandin, êrîşên mûşekî û xwefirran dê bên domandin.

 

Serepeyv