Mijdar 12, 2022 08:58 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya nû ya Trûika Ewropayê li ser bernama atomî ya Îranê

Sê welatên ewropî, Brîtanya, Almanya û Fransa li daxûyaniyekê de îdia kirin ku Komara Îslamî ya Îranê têra xwe bi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê re hevkarî nekiriye.

Komara Îslamî ya Îranê çendîn caran ragehandiye ku tu pilaneke wê ji bo çêkirina çekên navokî tine û Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê jî di zêdetir ji 15 raportên fermî de tekez kiriye ku di bernama navokî ya Îranê de ti şaşitî û xalifînek neketiye ber çavan.

Li gorî rapora IRNA`yê; Li dû siyaseta zexta herî zêde li dijî Îranê ku bi taybetî di du mehên dawî de û piştî aloziyên navxweyî yên Îranê zêde bûye, Trûika Ewropayê di daxuyaniyekê de ragihand: Em ji hevkariyên kêm ên Îranê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) re nîgeran in.

Daxuyaniyê wiha dewam dike: "Em çalakiyên bêîstiqrarker ên ji aliyê Îranê li Rojhilata Navîn û herêmê şermezar dikin û li hemberî van çalakiyan disekinin."

Daxuyaniya Trûika Ewropayê di rewşekê de hat dayîn ku şeva buhurî "Ned Price" Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku rayedarên vî welatî ji bo piştevaniya zêdetir ji aloziyên Îranê re hevahengiyê bi Ewropayê re dikin.

Di vê derbarê de, Brîtanyayê jî roja Îniyê bi hinceta gefên Îranê li dijî rojnamevanên rûniştiyên vî welatî, balyozê Îranê li Londonê gazî kir.

Serepeyv