Mijdar 10, 2022 12:09 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê bertek nîşanî gotinên hevpêşeya xwe ya almanî da

Wezîrê karên derve yê Îranê bertek nîşanî gotinên Wezîra karên derve ya Almanyayê ya derbarê sepandina boykotên nû li dijî Komara Îslamî ya Îranê da.

Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hemberî gotinên Annalena Baerbock Wezîra karên derve ya Almanyayê û tekeziya wê li ser sepandina boykotên nû li dijî Komara Îslamî ya Îranê, di twitterê da nivîsî: Helwêsta handêr, destwerdanxwaz û nedîplomatîk nîşana tevdîr û jîrbûnê nîne; xerakirina peywendiyên kevn dûhatên demdirêj pêk tîne.,

Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand: "Almanya dikare danûstandinê ji bo têkoşîna li dijî pirsgirêkên hevpar bibijêre an jî rêya rûbirûbûnê bigire ber xwe; bersiva Îranê dê guncan û bihêz be."

Annalena Baerbock Wezîra karên derve ya Almanyayê roja Çarşemiyê di twitterê da ragihand ku Yekîtiya Ewropayê wek nerazîtiya li dijî tiştê ku serkutkirina neraziyan li Îranê daye zanîn, boykotên nû berçav digire.

Wezîra karên derve ya Almanyayê her wiha nivîsî: Xebata li ser komeke boykotên nû li dijî Îranê didome.

Wezîrê derve yên Yekîtiya Ewropayê roja Duşemiyê dicivin.

 

Serepeyv