Mijdar 09, 2022 18:10 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Îran amade ye ji bo bidawîhatina şerê Rûsya û Ukraynayê rolê wergire

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Komara Islamî ya Îranê, di hevdîtina digel hevtûşê xwe yê rûs da, pêgirî kir: Îranê piştgiriyê dide her destpêşxeriyek ji bo pêkanîna aştiyê di navbera Rûsya û Ukraynayê da ya bi riya gotûbêjê û amade ye ku ji bo kutabûna vî şerî rolê wergire.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Komara Islamî ya Îranê Elî Şemxanî îro li Têhranê bi Nîkolay Patroşov hevtûşê xwe yê rûs ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Şemxanî di vê hevdîtinê da amajeyî rewşa herêm û cîhanê kir û ``gotûbêj û hevkarîyên herêmî û navnetewî`` wek rêya rizgarbûna ji qeyranan û pirsgirêkên heyî nirxand.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Komara Islamî ya Îranê ber u layên şerê hevdudanî yê pergala serdest ê dijî gelê Îranê û dûhatên baykotên Amerîkayê rave kirin û got: Berfirekirina hevkarîyên dualî yên herêmî nemaze digel welatên cînar di warê aborî da di rêza ewlewîyetên stratejîk ên Îranê da tê hesêb.

Şemxanî got ku xurtkirina demajoya hevkarîyên her du welatan di warên enerjî, tranzît, cotkarî, ticaret, kar û barên bankan û jîngehê da girîng e.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Komara Islamî ya Îranê herwiha xurtkirina hevkarîyên çendalî di sazîyên navnetewî nemaze Sazîya Hevkarîyê ya Şanghayê da ji bo sûdwergirtina hişmendane ji potansîyelên welatên endam pêwîst da zanîn.

Nîkolay Patroşov Sekreterê Konseya Ewlehîya Netewî ya Rûsyayê jî di vê hevdîtinê da pêgirî ser şopandina plana hevpar a her du welatan a ji bo avakirina koma dostaniyê ya Parêzvanên Menşûra (Peymana) NY bi pişikdarîya wekatên ku ketine ber ceza û boykotên neqanûnî yên welatên rojavayî kir û got: Welatên rojavayî nemaze Amerîka bi binpêkirina peymana NY û bi sûdwergirtina ji şerê pêkhateyî bi dû sepandina vîna sîyasî ya xwe ser welatên serbixwe da ne.

Sekreterê Konseya Ewlehîya Netewî ya Rûsyayê derbara qeyrana Ukraynayê da jî got: Impiratoriya mêdyayî ya welatên rojavayî hema ji destpêkê va bi berovajî-nîşandana rastîyan, hewleke berfire ji bo xalifandina raya giştî ya cîhanê derheq çawanîya destpêbûna qeyrana Ukraynayê û rastîyên meydanî yên wê xistîye destûrkara xwe da.

Serepeyv