Mijdar 09, 2022 14:02 Asia/Tehran
  • Wezîrê Îtileata Îranê: Brîtanya berdêla bêewlehkirina Îranê dide

Wezîrê Îtileata Komara Îslamî ya Îranê, bal kişand ser rola dijminan di aloziyên nav welêt de û got: Brîtaniya berdêla bêewlehkirina Îranê dide.

Derketina aloziyên vê dawiyê di Îranê de bi behaneya mirina “Mehsa Emînî” careke din bû sedem ku dijminên derve yên Komara Îslamî ya Îranê, ji bo destwerdan di karûbarên navxweyî yên Îranê de vê hecetê bikar bînin û hewl bibin ku aloziyan zêde bikin.

Wezîrê Îtileata Îranê, Hucet-ul Îslam Sd. Îsmaîl Xetîb li gotûbêja digel Nivîsgeha Parastin û Çapemeniya Berhemên Hezretê ayetulah Xamineyî raghand: Di bûyerên vê dawiyê yên di nav welatî de, destê Rejîma Siyonîst di îcrakirinê de, destê Brîtanîyayê di piropagendeyê de û destê Rêjîma Siûdiyê jî di xerckirinê de zelal û eşkere dikevin ber çavan.

Hecetul Îslam Xetîb her wiha got: Îran ti carî piştevaniya kiryarên terorîstî û bêewlehiyê li welatên din ên wek Brîtanyayê nake, lê belê ti erkek ji bo rêgirtina li bêewlehiyê li van welatan nagire ser xwe, lewra Brîtanya dê berdêla kiryarên xwe yên ji bo bêewlehkirina Îranê bide.

Wezîrê Îtileata Îranê herwiha eşkere kir ku şebekeya Iran International ji aliyê dezgehên ewlekarî yên Îranê ve weke rêxistineke terorîst hatiye nasîn, ajanên vê torê ji aliyê Wezareta Îtileata Îranê ve li ber şopandinê ne û her cure peywendiyek bi vê rêxistina terorîstî re dê wek ketina nav qada terorê û tehdîdkirina ewlekariya neteweyî bê dîtin.

Serepeyv