Mijdar 08, 2022 15:39 Asia/Tehran
  • Bolton: Opozîsyona Îranê çekdar e

“John Bolton” Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê deshilata “Donald Trump” serokomarê berê yê Amerîkayê di hevpeyvînekê de ligel beşa farisî ya kanala “BBC”ê ragehand ku, opozîsyona Îranê li kolanan xwenîşandan dike, ber bi çekdarbûnê diçe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, “John Bolton” şêwirmendê ewlehiya netewî yê hikûmeta Donald Trump, serokomarê berê yê Amerîkayê ku hertim helwêsteke şerxwazane li hember Komara Îslamî ya Îranê hebûye, li vê hevpeyvînê ragihand: Muxalefeta Îranê çekên ku ji baregehên Besîc bi dest têxin û çekên ku ji Kurdistana Iraqê derbasî Îranê dibin bi çek dibe.”

Şêwirmendê şerxwaz ê rêveberiya Trump piştre îdia kir: "Perspektîfa xebata sîstematîk a opozisyonê ne tenê protestokirin e, belkî pê bikaranîna hêza zorê li dijî hikûmeta Îranê bi vê peyamê dide ku em êdî bêçek nînin û dikarin rûbirûyê Supahê Pasdaran bibin û ev hemû nîşan didin ku pêgeha Komara Îslamî ji berê zêdetir di bin xeterê de ye".

Lê piştî gotinên Bolton, pêşkêşkirê kanala BBC Farsî got, helbet birêz Bolton, ti belgeyek li ber destê me nîne ku xwepêşanderên Îranê çekdar in.

Di beşa dawî ya vê axaftinê de, pêşkêşkirê BBC careke din gotinên Bolton ên derbarê opozîsyona çekdar a Îranê de red kir û got: Heta niha me ti wêneyek ku nîşan bide xwepêşanderên Îranê çekdar in, nedîtiye.

Piştî vê şîroveyê Bolton wiha got: “Min wêneyên hêzên kurd ên li derveyî Îranê perwerde dibin û li Iraqê tên perwerde kirin dîtine. Ez xemgîn im ku Îran, berevajî Amerîka, ti destûreke xwe tine ku gelê wê îzna hebûna çekan bebe, nexwe wê niha gelê Îranê çek di destên wan de bûya û ev yek dikaribû bibe sedem ku rewş cuda ji ya îro biûbûya û Îran pêwîstî bi opozisyoneke mezin heye.”

“Mihemed Marendî” şêwirmendê desteya danûstandinan a Îranê di danûstandinên Viyenê de li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî: “Terorîst û ajawegêr (li Îranê) hatine têkbirin, lê Îranî dê wan kesên ku alîkariya terorê kirine ceza bike.

Serepeyv