Mijdar 06, 2022 17:32 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tinazên xwe bi organîzatorên civîna nefermî ya

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amaje bi têkçûna Amerîkayê li lidarxistina civîna "Aria Formula" û nedana derfeta axaftinê ji nûnerên 19 welatên li dijî dorpêçan re kir û got: Nûnerên 19 welatên hanê bi beşdarîkirina civîna Tehranê bersiva Amerîkayê da. Kî tê di tecrîdê de ye?

Nasir Kenanî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja yekşemiyê li ser civîna nefermî ya Konseya Ewlehiyê ya NY ya bi navê "Formula Aria" ku ji aliyê Amerîka û Albaniyayê ve li dar ketibû, li ser Twitterê nivîsîbû: "mezintirîn binpêkerên mafên mirovan û piştevanên bed navtirîn girûpên terorîstî bûn damezrênerê Aria Formula" li New Yorkê, ya li dijî Komara Îslamî ji bo ku li gor fikra xwe Îranê mehkûm û îzole bikin.

Kenanî her wiha got: Amerîka platforma civînê da du jinên naskirî yên ku piştevaniya cezakirina jin û zarokên Îranê dikin! Hikûmeta Amerîkî li New Yorkê negihêşt armanca xwe; Kêmtir ji hefteyek derbas bû, nûnerên 19 welatan beşdarî civîna dostên Peymana Neteweyên Yekbûyî li Tehranê bûn û bersiva Amerîkayê dan.

Roja Çarşemî 2ê Mijdarê, civîneke nefermî ya Encûmena Asayişa Navdewletî bi navê “Aria Formula” ku ji aliyê Amerîka û Albaniyayê ve li dijî Îranê hatiye dîzaynkirin, li New Yorkê birêve çû.

Berdevkê sîstema dîplomatîk a Îranê beriya lidarxistina vê civînê got: Mixabin împaratoriya medyayî ya Amerîkayê bi berevajîkirina rastiyên girêdayî Îranê, hewl dide ji bo lidarxistina van civînan û nêzîkatiyên siyasî yên dijî Îranê, hawirdoreke siyasî çêbike. Tiştê balkêş ew e ku komek kesên ku bi nasnameya Îranî tên naskirin, dixwazin di vê civînê de li dijî Îranê biaxivin.

Serepeyv