Mijdar 06, 2022 14:23 Asia/Tehran
  • Mûşeka Seyad 4B hat nimandin

Mûşeka Sayad 4B ya hêza berevaniya hewayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna komek pisporên pîşesaziya berevaniyê hat nimandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, îro danê sibê (Yekşemê) mûşeka Sayad 4B bi amadebûna lîwa (sertîp) Mihemed Riza Aştîyanî wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdar, lîwa Elîreza Sebahî Ferd, fermandeyê hêza berevaniya esmanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û komek ji pisporên pîşesaziya berevaniyê hat eşkerekirin.

Ceribandina pergala Bawar 373 a nûjenkirî ji bo hedefên srawestayî ya bi mûşeka menzîla dirêj a Sayad 4B bi serkeftî bi dawî bû.

Di vê ceribandinê de, hedefa statîk ji aliyê radara optimîzekirî ya sîstema Bawar 373 ve li dûrahiya zêdetirî 450 km hate dîtin û li dûrahiya 405 km hate şopandin û di menzîla zêdetirî 300 km de hate lêdan û bi tevahî hate rûxandin.

Mûşeka dûravêj a Sayad 4B xwedî sotemeniya hişk e û yekem car bi temamî ji bo operasyonê hat nirxandin.

Hedefa Menzîl a radara keşfê ya sîstema Bawar 373 ji 350 gihêştiye 450 km û radara angajmanê ya vê sîstemê ji 260 bo 400 km zêde bûye.

Menzîla mûşeka vê sîstemê ji 200 km bûye 300 km û bilindahiya têkelbûna wê jî ji 27 bo 32 km zêde bûye.

Serepeyv