Mijdar 06, 2022 12:20 Asia/Tehran
  • Muxbir: Îro dijmin wek kesek dimîne ku her tiştê xwe ji dest daye

Alîkarê yekem ê serokê Komara Îslamî ya Îranê li bara ajawegêrî û aloziyên vê dawiyê de destnîşan kir: Dijminê îroyîn mîna xisardîtiyekî ye ku her tişt ji dest daye û di warên curbicur de têkçûye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Muxbir alîkarê yekem ê serokomarê Îranê roja şemiyê li dewama sefera xwe ya yek rojî bo parêzgeha Hormuzganê li Mizgefta Sahib El-Zeman (Ecelullah Teala) li Xumeynî Şehr a bajarê Beşagerdê got: Rêberê giranqedr ê Inqilaba islamî baştirîn ravekirin derbarê ajawegêriyên vê dawî anîn ziman û got ji ber ku welat ber bi pêşve diçe, dijmin bêhêvî bûne û şert û mercên vê dawiyê pêk anîn.

Alîkarê yekem ê serokomarê Îranê amaje bi wê yekê jî kir, ku di çend salên borî de welat gihîştiye qonaxeke hestyar û di dewamê de got: Dijminan gelek kar û kiryar li dijî welat pêk anîn, lê helbet bi ser neketin.

Muxbir herwiha got: Roja Îro em nefta xwe bi başî difroşin û veguhestina pereyan jî bi awayekî baş tê kirin.

Alîkarê yekem ê serokomarê Îranê destnîşan kir: Îran welatekî zengîn û xwedî serwet û samanên berfereh e ku em dikarin bi her yek ji van çavkaniyan yên wek petrol, maden û aboriya ser bi deryayê ve welat birêve bibin.

Muxbir bal diyar kir: "Di warê dîplomasî de, bi rênimayiyên zîrekane yên Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, me ew hurmet bi dest xistiye ku ti hêzek li navçê bêyî hebûna Komara Îslamî ya Îranê nikare biryarekê bi cih bîne. Amerîka jî li herêmê ne xwedî hêz e û êdî nikare destwerdanê di her mijarê de bike."

Serepeyv