Mijdar 02, 2022 21:15 Asia/Tehran
  • Reîsî: Hewldana dijmin ew e ku rê li ber hikûmetê bigire ku nikare xizmeta gel bike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku dijmin dixebite rê li ber hikûmetê bigire da ku nikare xizmeta gel bike û tekez kir: Hikûmet bi biryar e ku riya xizmetguzariyê û pêşketinê bi xurtî bidomîne û ev tevger bi şantaj û aloziyan nayê rawestandin.

Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, li civîna îro (çarşemê) ya civata hikûmetê, amaje bi şerê zanîstî yê dijmin û êrîşa propaganda ya mezin li dijî Komara Islamî ya Îranê kir û got: Cehaleta nûjen ku bi her cure çek û amûrên nûjen hatiye techîzkirin, hewl didin neteweyan ji rastiyan dûr bêxin û di civakê de zanîna heqîqetê asteng dikin.

"Xurtkirina çalakiyên warên zanistî li gorî pêkanîna dirûşma salê", "Bi cidî şopandina erêkirinên gera yekem a geştên parêzgehan û plansaziya bilezkirina geşepêdana parêzgehan di gera duyemîn de. geştên di derbarê bijartina cîgirê nû yê cîbicîkar ê serokomar û “Bi cidî şopandina cîbicîkirina rêkeftinên aborî yên Komara Îslamî ya Îranê digel welatên din” yek ji gotinên din ên serokomar li civîna îro ya civata hikûmetê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, serokkomarê Îranê her wiha got: Yek ji karên sereke yên tevgera Cahîlî û terorîzma çandî negotina rastiyê ye û ji ber wê jî îro navê zarokê ku malbata xwe li bûyera terorîstî ya li mezargeha Şahçirax a Şîrazê ji dest daye, nayê gotin û weke navê Hacî Qasim Silêmanî di nava tirsê de ye û ji qada sîber hatiye derxistin.

Reîsî her wiha got: Hikûmet bi ajawegêrî û şantajan ranaweste.

Serepeyv