Mijdar 02, 2022 20:15 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran û Sûriyê li meydanên navçeyî û navdewletî  û di hemahengiyan de du welatên dost û bira ne

Emîr-Ebdullahiyan: Îran û Sûriye li meydanên navçeyî û navdewletî û di hemahengiyan de du welatên dost û bira ne.

Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan îro Çarşemê li civîneke rojnamevaniyê ya hevbeş li gel wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel Miqdad got: Heyetek ji Komara Îslamî ya Îranê dê di rojên bê de ji bo destpêkirina gotûbêjan û xurtkirina hevkariyên digel Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê dê here Viyenê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, "Husên Emîr-Ebdullahiyan" li civîneke çapemeniyê li gel Feysel Miqdad hevtayê xwe yê sûrî got: Di sala derbasbûyî de qebareya bazirganiya di navbera her du welatan de zêde bûye û îro me têra xwe derbarê hevkariya aborî û bazirganî de şêwirîn."

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: “Me bi mebesta teşwîqkirina sektora taybet û dewletî ji bê bandorkirina dorpêçan gotûbêjên têr û tesel pêk anîn .”

Husên Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: Me bi wezîrê karên derve yê Sûriyê re li ser Li ser Peymana Neteweyên Yekbûyî ku roja şemiya bê bi beşdariya 18 welatan li Tehranê li dar dikeve gotûbêj kir. Ev konferans ji bo rojekê tê lidarxistin û ew derbarê siza û boykotan û rûbirûbûna bi yekalîbûnê re ye.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî di vê hevdîtinê de got: Ev seredan ji bo tekezkirina li ser vê yekê ye ku li hember êrişên Amerîka û Îsraîlê û kiryarên wan bo armanckirina Îranê û çêkirina pirsgirêkên navçeyî ji aliyê wan, em ligel serkirdayetî û gelê Îranê ne.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê her wiha got: Em piştevaniya helwesta Îranê li gotûbêjên navokî dikin û em di wê baweriyê de ne ku Îran di dema gotûbêjan de rastbêj bû û em hêvîdar in ku welatên rojavayî dev ji helwestên nerewa berdin.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê li bara hebûna têrorîstan li Sûriyê jî got: Durûtî û şantaj û bacxwazî ku bingeha siyaseta welatên rojava ye bûye sedema peydabûna vê koma têrorîst û DAIŞ ji dilê Amerîkayê û Îsraîlê hatiye der.

Serepeyv