Mijdar 02, 2022 19:38 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan li Tehranê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Sûriyê kir

Wezîrê karên derve yê Sûriyê li sêyemîn serdana xwe ya Têhranê di dewleta 13`an a Îranê de ji aliyê wezîrê karên derve yê Îranê ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Feysel Miqdad wezîrê karên derve yê Sûriyê ku şeva buhurî di serokatiya şandekê de gihêşte Têhranê, îro (çarşemê) li wezareta karên derve ji aliyê Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê wezîrên karên derve yên Îran û Sûriyê li ser pirsên curbicur gotûbêj kirin.

Emîr-Ebdullahiyan û Feysel Miqdad di 23ê Cotmehê de cara dawî bi telefonê bi hev re axivîn.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê di peywendiya telefonî de li gel Emîr-Ebdullahiyan ragihand ku welatên rojavayî dixwazin li dijî welatên serbixwe û di nav wan de Îranê qeyranê çêkin û got: Amerîka û rojava Îraneke wêranbûyî û girêdayî dixwazin, ne dewleteke ava, pêşketî û serbixwe.

Wezîrên karên derve yên Îran û Sûriyê li kêleka 77`emîn civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bi hev re hevdîtin û gotûbêj kirin.

Serepeyv