Cotmeh 30, 2022 17:14 Asia/Tehran
  • Hevxemiya Îranê bi malbatên qurbanî û birîndarên bûyera Koreya Başûr re

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo malbatên qurbaniyên qezaya Koreya Başûr sersaxî xwest û hevxemiya xwe ji gel, malbatên kuştî û birîndaran re ragihand.

Êvara Şemiyê, ji ber kombûna girseya gel li kolaneke Seûlê, paytexta Koreya Başûr û qerbalixiya li vê kolanê ku tê de cejna Halloweenê hatibû lidarxistin, bi kêmî ve 151 kes hatin kuştin û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûn,

Li gorî rayedarên Koreya Başûr, di nav miriyan de herî kêm 19 biyanî hene, di nav wan de kesên ji Îran, Çîn, Uzbekistan û Norwêcê hene.

Ji ber vê bûyera tal û diltezîn serokomarê Koreya Başûr îro (Yekşem) li vî welatî şîna giştî ragihand.

Li gorî rapora IRNA`yê, Nasir Kenanî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê hêvî xwest ku bi tedbîrên guncav ji aliyê rayedarên Koreya Başûr ve, di zûtirîn dem de nasnameyûn hemû qurbaniyên vê bûyera diltezîn werin naskirin.

Kenanî amaje bi encamên şopandina balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Seûlê li gel rayedarên Koreyê jî kir û got, mixabin 5 welatiyên Îranê di nav qurbaniyên vê bûyerê de bûn.

Wî herwiha diyar kir: Balyozxana Îranê ji saetên destpêkê yên vê bûyerê ve, bi peywendiyên bilez bi rayedarên Koreyê re, rewşa îraniyan dişopîne û ev şopandin ji bo bidestxistina zanyariyên tekûztir derbarê rewşa dawî ya Îraniyan û rewşa birîndar û wendayiyan de berdewam in.

Kananî tekezî li ser vê yekê kir ku dabînkirina mafên qanûnî û konsulî yên qurbaniyên îranî yên vê bûyerê, karê sereke yê balyozxana Îranê li Seulê ye.

Serepeyv