Komara Îslamî ya Îranê ji ber teqîna tankera sotemeniyê hevxemiya xwe ji hikûmet û gelê Iraqê re ragihand
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de bi sedema mirina hejmarek welatiyên iraqî li encama teqîna tankera sotemeniyê li Bexdayê, hevxemiya xwe ji hikûmet û gelê vî welatî re ragihand.
Li herêma Banûkî ya li rojhilatê Bexdayê tankereke sotemeniyê îro sibê teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê 9 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Paşê hat ragihandin kuhejmara qurbaniyan gihêştiye 20 kesan.
Li gorî rapora IRNA`yê, "Nasir Kenanî" berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro (Yekşemî) di peyamekê de ji ber bûyera teqîna tankera sotemeniyê li Bexdayê ku di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û hejmarek welatiyên Iraqê jî birîndar bûn, hevxemiya xwe ji dewlet û gelê Iraqê re ragihand.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyên vê bûyera nebaş derbirî û ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn xwest.
Ehmed Selîm fermandeyê operasiyona Bexdayê hebûna mebestên terorîstî di vê teqînê de red kir û got: Sedema teqîna tankerekê, teknîkî bûye.