Cotmeh 30, 2022 10:53 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Cinayeta li Şîrazê îspat kir ku dijmin, çav li riya parçekirina welat in

Serokê Meclisa Îslamî ya Îranê li bara êrişa terorîstî ya ser Şahçiraxê tekez kir: Vê tawanê îsbat kir ku dijmin ji bo perçekirina welat xwe amade kirine.

Roja Çarşema heftiya borî (26ê Cotmehê) terorîstekî çekdar li bajarê Şîrazê derbasî nav mezargeha pîroz a Şahçirax bû û gulle berda ser ziyaretkeran û di vê êrişa terorîstî de 13 kes şehîd kirin û 30 kes jî birîndar kirin.

“Mihemed Baqir Qalîbaf” Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, îro yekşemê, di destpêka rûniştina eşkera ya meclisê de, hevxemiya xwe ji bo kesûkarên şehîdan û gelê Îranê ji ber cinayeta terorîstî ya li mezargeha Şahçiraxa Şîrazê ragihand.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Qalîbaf" got: Çawa ku rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî got, li bara eslê van tawanan tedbîrên bibiryar pêwîst in.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Vê cinayetê îspat kir ku dijmin ji bo perçekirina welat li bendê ne, vê cinayetê ji gişkan re nîşan da ku dijmin hewl dide ewlehiya welêt têk bibe.

Serepeyv