Cotmeh 29, 2022 18:39 Asia/Tehran
  • Dadgeha Cezayên Giran li Tehranê li dijî tawanbarên ajawegêriyê doz vekir

Yekemîn rûniştina dadgehê ya hilkolandina doza komek ji tometbarên çêkirina aloziyê û ajawegêriyê li Dadgeha Giştî û Inqilabê ya Tehranê hat lidarxistin.

Li gor fermana “Xulemhusên Muhsinî Êjeyî” serokê dezgeha dadweriyê, piştî ku îdianama tohmetbarên aloziyên vê dawiyê hat derxistin, ji heftiya derbasbûyî ve dest bi dadgehkirina van dozan kirine.

Amerîka û hikûmetên Ewropî yên piştgirê Koşka Spî û medyayên farisîaxêv ku ji bo gihandina xisarê li Komara Îslamî ya Îranê her karekî dikin; di aloziyên vê dawiyê yên Îranê de, van medyayan bi behaneya kuştina keçeke Kurd a Îranê, êrîş li dijî Nizama Komara Îslamî ya Îranê dan despêkirin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Dezgeha Dadweriya Îranê, îro (şemî) yekem rûniştina dosyaya hejmarek ji tawanbarên aloziyên vê dawiyê li Dadgeha Giştî û Inqilabê ya Tehranê dest pê kir.

Îdianamên kesên ku di aloziyên vê dawiyê de hatine girtin, li gor belgeyên berdest li dadgehên parêzgehên cuda cuda tên derxistin.

Heta niha li Kirmanê 25, li parêzgeha Sêmnanê 89, li parêzgeha Zencanê 119, li parêzgeha Xûzistanê 105, li parêzgeha Qezwînê 55, li parêzgeha Kurdistanê 110, li parêzgeha Tehranê 315 û li parêzgeha Elborzê 201 îdianame ji bo bersûcan aloziyên vê dawiyê hatine vekirin.

Serepeyv