Cotmeh 28, 2022 15:52 Asia/Tehran
  • Wezareta derve: Heta niha zanyariyeke eseh derbarê dîtina meytê li nav balefira Lufthansa'yê nehatiye wergirtin

Wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi daxuyaaniyekê ragihand: Heta niha zanyariyeke eseh derbarê dîtina meytê li balefira Lufthansa'yê nehatiye wergirtin.

Li gorî îdiaya rojnameyên almanî, di balefira ku ji Tehranê rabûye û li balefirgeha Frankfûrtê daketiye da meytek hatiye dîtin ku bûye sebeb vegera vê balefirê were betalkirin.

Beşa peywendiyên gelemperî ya Wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Ji roja bihurî û yekemîn deqîqeyan va Wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê ji mijarê hatiye haydarkirin.

Di daxuyaniya Wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê da hatiye ragihandin: Mijar bi rêya têkiliyê navbera Konsûlxaneya Îranê li Farnkfûrtê û balyozxaneya Îranê li Berlînê digel rayedarên almanî yên têkildar tê şopandin û heta niha ti zanyariyeke eseh ji aliyê almanî nehatiye wergirtin.

 

Serepeyv