Cotmeh 28, 2022 13:10 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ê Îranê

Peyama wezîrê berevaniyê yê Îranê derheq şermezarkirina bûyera terorîtî lin Şîrazê

Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ê Îranê bi peyamekê tevî şermezarkirina bûyera terorîstî li Şîrazê, tekez kir: Berxwedana gelê Îranê bûye mînak û hêz û îqtidara Îranê ya mayînde dijmin hêrs û lawaz kiriye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Emîr sertîp Muhemedreza Aştiyanî, Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ê Îranê bi peyamekê tevî şermezarkirina bûyera terorîstî li herema paqij a Hezretê Ehmed ibni M ûsa (S) û sersaxîdana bo malbatên şehîdên vê bûyerê û hêviya başbûnê û şîfaya acîl ji bo birîndaran, nivîsî: Careke din destê cinayetkar ê kirêgirtiyê terorîst û kedxwarê istikbara cîhanî û paşverûtiya tekfîrî-wehabî li bûyera terorîstî ya Şîrazê bi xwînê gelê mezlûm û bihêz ê Îrana Îslamî hat werdan.

Di vê peyamê da hatiye, zêdetir ji çar dehsalan ewlehiya mayînde û pêşketina bilez a Komara Îslamî ya Îranê di qonaxên cûr bi cûr da, dijmin zêdetir ji her demekê şepirze û lawaz kiriye û ew gihandiye cihekî ku serneketin û têkçûna xwe ya bi serşûrî di şerê medyayî û belavkirina derewan  bi kiryara cinayetkarane û necamêrane û gulereşandina ser gelê xwedîxwaz û jin û zarokên bêguneh dişopîne.

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê jî bi daxuyaniyekê kiryara cinayetkarane ya terorîstên tekfîrî di êrîşa sser tirba paqij a Ehmed Ibni Mûsa (S) li Şîrazê ku di encamê da ziyaretkirên bêberevan û mezlûm ji wan jin û zarok şehîd bûn, şermezar kir.

 

Serepeyv