Cotmeh 27, 2022 21:05 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Wezîrê Derve yê Belarûsê bi Qalîbaf re

Wezîrê karên derve yê Belarûsê bi Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, Vladîmîr Makî wezîrê karên derve yê Belarûsê û şanda pê re îro pêncşemê bi "Muhemed Baqir Qalîbaf" Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê re hevdîtin pêk anî.

Di vê hevdîtinê de Qalîbaf spasiya hevxemiya dewlet û gelê Belarusê li hember bûyera terorîstî ya Şîrazê kir û got: Hêjayî bîrxistinê ye ku dema terorîstan ber bi Ewropayê ve diçûn rojavayiyan çi helwest girtin û îro em dibînin ku terorîstên hanê li herêma rojava Asya kiryarên terorîstî dikin, lê rojavayî reftarên dualî nîşan didin; Di dema ku damezrînerên terorîstên DAIŞê li herêmê rojavayî û amerîkî bi xwe bûn.

Wezîrê karên derve yê Belarûsê û serokê meclisa şîwra îslamî herwiha li ser geşepêdana aborî, danûstandinên bazirganî û hevkariyên çandî gotûbêj kirin.

Di vê hevdîtinê de, Vladimîr Makî jî got: Em bi siza û zextên neqanûnî re rûbirû ne, ji bo wê yekê jî em welat û gelê Îranê wek dost û birayên xwe dibînin û hewl didin ber bi hevkariyeke stratejîk ve biçin. Îran yek ji hevkarên me yên girîng û stratejîk li vê herêmê ye. Wezîrê karên derve yê Belarûsê destnîşan kir: Zêdebûna hevkariyên parlemanî yên Îran û Belarûsê dikare bibe sedema pêşxistina peywendiyên her du welatan.

Serepeyv