Wezîrên derve yên Îran û Omanê bi rêya telefonê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337249-wezîrên_derve_yên_Îran_û_omanê_bi_rêya_telefonê_axivîn
Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îran û Bedr Bûseîdî wezîrê derve yê Omanê di gotûbêja telefonî da alûgorên herî dawî yên gotûbêjên ji bo rakirina boykotan û danûstandinên du welatan vekolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 24, 2022 08:37 Asia/Tehran
  •  Wezîrên derve yên Îran û Omanê bi rêya telefonê axivîn

Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îran û Bedr Bûseîdî wezîrê derve yê Omanê di gotûbêja telefonî da alûgorên herî dawî yên gotûbêjên ji bo rakirina boykotan û danûstandinên du welatan vekolandin.


Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan êvara Yekşemiyê di vê gotûbêja telefonî da tevî tekeziya Îranê ji dema destpêkirina gotûbêjên ji bo rakirina boykotan ji bo pêkhatina lihevkirineke baş, bihêz û mayînde, sipasiya hewildanên Omanê di vê rêkê da kir.

Wî her wiha li ser pêwîstiya cihanîna tam a biryar û lihevkirinên rayedarên payebilind ên du welatan di beşên cûr bi cûr da tekez kir.

Bûseîdî jî di vê gotûbêjê da rola Îranê li navçeyê girîng zanî û tekezî li ser berfirehkirina hevkariyan di asta navçeyê da kir.

Bedr Bûseîdî dewama hewildana ji bo bidestxistina lihevkirinên du welatan girîng û bibandor nirxand.