Cotmeh 21, 2022 12:59 Asia/Tehran
  • Tehran mazûvana sêyemîn Civîna Komxebata Ewlehiya Deryayî (IONS) ye

Sêyemîn Civîna Komxebata Ewlehiya Deryayî (IONS) bi beşdariya welatên endamê civîna IONS'ê û bi mazûvaniya Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li Tehranê hat lidarxistin.

Sêyemîn Civîna Komxebata Ewlehiya Deryayî (IONS) tevî xurtkirina peywendiya dostî û hevkariya leşkerî digel welatên navçeyî û dervenavçeyî yên dost û berfirehkirina dîplomasi8ya deryayî, nîşana qaweta Hêza Deryayî ya Artêşê di hebûna li warên navneteweyî ye.

Piştî lidarxistina vê civînê, Navenda Navneteweyî ya Hevkariyên Ewlehiya Deryayî li Navçeya Sêyem a Nebuwetê ya Konarekê (başûrê rojhilatê Îranê) bi amadebûna endamên beşdar û bi armanca xurtkirina ewlehiyê li deryaya dê were vekirin.

Nûnerên hêzên deryayî yên welatên Hind, Pakistan, Taylend, Bengladêş û Omanê mêvanên sêyemîn Civîna Komxebata Ewlehiya Deryayî (IONS) bûn.

Civîna IONS'ê sala 2008an bi mebesta bidestxistina ewlehiya deryayî di kewşena Oqyanûsa Hindê da û bi beşdariya fermandarên hêza deryayî yên welatên dorhêla vê oqyanûsê dest pê kir.

 

Serepeyv