Emîr-Ebdullahiyan li sefera xwe ya Ermenistanê bi wezîrê derve yê vî welatî re civiya
Wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina xwe bi wezîrê derve yê Ermenistanê re got: Rêzgirtina li yekparçetiya axa welatên Qafqasyayê divê wek prensîb were dîtin û Îranê bi zelalî dilgiraniya xwe ji hebûna hêzên biyanî li navçê nîşan daye.
Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê îro pêncşemê li çarçova serdana xwe ya Ermenistanê bi Ararat Mîrzoyan wezîrê karên derve yê Ermenistanê re hevdîtin pêk anî û pê re li ser girîngtirîn mijarên dualî û navneteweyî gotûbêj kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku me bi zelalî dijberiya xwe ya li hemberî guhertina jeopolîtîk û guhertina sînoran ragihand; Wî bal kişand ser nakokiyên leşkerî yên di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê de ku fukar û nîgeranî li navçê çêkirine û herêma Qefkasyayê xistiye nav şert û mercên dijwar û diyar kir: Em di wê baweriyê de ne ku rêzgirtina li yekparçetiya axa welatên navça Qefqasyayê divê bibe prensîb.
Emîr-Ebdullahiyan di berdewamiya axaftina xwe de got: Em kêfxweş in ku peywendiyên Îran û Ermenistanê li ser riya rast in û em ewlekariya Ermenistanê ewlekariya deverê dibînin û me bi eşkere nîgeraniya xwe diyar kiriye ku hebûna hêzên biyanî li navçê ji me re dibe sedema fukar û nîgeraniyan.
“Ararat Mîrzoyan” wezîrê karên derve yê Ermenistanê, kêfxweşiya xwe ji hebûna hevtayê xwe yê îranî li Êrîvanê diyar kir û got: “Di navbera rayedarên her du welatan de gelek têkilî û hevdîtin çêbûne ku ev yek nîşana Têkiliyên dostane û demdirêj ên Komara Îslamî ya Îranê û Ermenistanê."
Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê bal kişand ser wê yekê ku em ji bo ewlekarî û berfirehkirina peywendiyên di navbera her du welatan de amade ne û wiha got: "Ji sala 2020'an ve komara Azerbaycanê li dijî Ermenîstanê êrîşan pêk tîne ku herî dawî di 13'ê Îlonê de pêk hat; Em peyamên eşkere yên Îranê yên derbarê ewlehiya sînorên Ermenistanê de teqdîr dikin û em dixwazin danûstandin berdewam bikin.
Emîr-Ebdullahiyan piştî nîvroya îro pêncşemê di serokatiya şandeke siyasî ya pilebilind de gihîşt firokexaneya Êrîvanê û ji aliyê Manatsakan Safarian Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê ve hat pêşwazîkirin.