Cotmeh 20, 2022 17:43 Asia/Tehran
  • Derfirotina kelûpelan ji Gumrika Mehabadê zêde bûye

Ehmed Ehmedî, Serokê Gumrika Şaristana Mehabadê li bakurê rojavayê Îranê got: Li nîveka yekem a vê sala koçî-tavî da çar miliyon kelûpel ji gumrîka vê şaristanê bo derve hatiye firotin ku ev miqdar li gorî îxracata par sê qat zêde bûye.

Ehmed Ehmedî, pêncşemiyê di gotûbêja bi IRNAyê ra got: Mafûrên maşînî, berhemên petrokîmyayê û podreya cilşûştinê kelûpelên herî sereke yên derfirotî ji gumrika Mehabadê ne û pirraniya kelûpel bo welatên Iraq, Tirkiye û Efxanistanê hatine şandin.

Serokê Gumrika Şaristana Mehabadê bi gotina viya ku bihayê kelûpelên derfirotî ji gumrika Mehabadê di sala par da miliyonek û 285 hezar dolar bû, got: Ji sedemên vê zêdebûna bihayê kelûpelên ku li derve hatine firotin, firotina berhemên karistana Petrokîmyayê ji vê gumrikê ye.

Karistana Petrokîmyaya Mehabadê her sal zêde ji 300 hezar ton Polî Etînîna sivik a xetî û giran û 30 hezar ton Botena 1 berhem tîne.

Mehabad li başûrê parêzgeha Azerbaycana Rojava ye û gumrika vê şaristanê ji 9 gumrikêîn parêzgehê ye; Vê parêzgehê zêdetir ji 960 kîlometre sînorê hevpar digel Iraq, Tirkiye û Nexcewanê heye.

Serepeyv