Cotmeh 20, 2022 12:56 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan bijartina wezîrê derve yê nû yê Kuweytê pîroz kir

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşankirina wezîrê karên derve yê nû yê Kuwêtê pîroz kir.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Karûbarên Berdevkiya Wezareta Karên Derve, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji bo Şêx Selîm Ebdullah El-Cabir El-Sebah Wezîrê nû yê karên derve yê Kuweytê peyamek şand û hêvî xwest ku peywendiyên her du welatên Îran û Kuweytê di heyama nû de baştir bibin û bi lîstina rola aktîv a wezaretên karên derve yên her du welatan di hemû warên siyasî, aborî, çandî, zanistî û hunerî de û di qada herêmî û navneteweyî de li gorî demên berê wê zêdetir bê xurtkirin û berfirekirin.

Serokwezîrê Kuweytê ku heftiya borî ji bo pêkanîna kabîneya nû dest bi şêwirên xwe ligel parlemanterên vî welatî kiribû û roja Yekşemê hikûmeta nû ya Kuweytê pêk anî.

Di kabîneya nû de, “Telal El-Xalid” wek serokwezîr, “Bedir Hemed Yûsif El-Mulla” wek Wezîrê Petrolê û “Salim Ebdullah El-Cabir El-Sebah” wek Wezîrê Derve hatin hilbijartin.

Serepeyv