Cotmeh 19, 2022 23:00 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Em li dijî şer in

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê bi tundî li dijî şer û çekdarkirina her yek ji aliyên şer e.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, li peywendiya telefonî ya Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê û Gordan Grlić-Radman wezîrê karên derve û Ewropayê yê Kroatiyayê, her du aliyan li ser peywendiyên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin û li ser kûrkirina hevkariyê sekinîn.

Di vê pêwendiya telefonî de, Emîr-Ebdullahiyan, bal kişand ser bûyerên vê dawiyê yên Ukraynayê û îdiayên hin berpirsên vî welatî, ku dibêjin balafirên bêpîlot ên Îranê ku çend sal berê radestî Rûsyayê hatine kirin, di şerê li dijî Ukraynayê de hatine bikaranîn û got: Em bi tundî li dijî şer û çekdarkirina her aliyek şer in û me ji rayedarên Ukraynayê re gotiye ku heke we belgeyek derbarê bikaranîna balafirên bêpîlot ên Îranê di şerê Ukraynayê de heye, pêşkêş bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku Îranê ji salên dirêj ve hevkariyên berevaniyê bi Rûsiyê re hene, lê me piştgirî neda şerê li dijî Ukraynayê û me tu yek ji çekên Îranê ji bo bikaranîna di şerê li dijî Ukraynayê de neda Rûsyayê.

Wezîrê karên derve û Ewropayê yê Kroatiyayê jî di vê hevpeyvînê de bal kişande ser peywendiyên baş ên her du welatan û piştevaniya Kroatyayê ji bo vejandina rêketinama navokî diyar kir û got: "Ezê helwêstên aliyê Îranê ji hevkarên xwe yên Yekîtiya Ewropayê re ragihînim."

Serepeyv