Cotmeh 19, 2022 22:20 Asia/Tehran
  • Amadebûna Îranê ji bo bidawîkirina şerê li Ewropayê

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Îran amade ye hemû şiyana xwe ya berfereh û di warê dîplomatîk de ji bo bidawîanîna şerê li Ewropayê bi kar bîne.

Li gorî rapora IRNA`yê, serokê Komara Islamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî roja çarşemê li berteka li ser peywendiya telefonî ya Andrzej Duda serokomarê Polonyayê, peywendiyên Îranê bi her du aliyên ku di şerê li Ewropayê de cih digirin, dîrokî û berfireh nirxand û hin îdia derbarê helwêstên Îranê de bê belge dan zanîn û ew red kirin û, ew encama siyasetên bi xerez ên welatên rojava û bi taybetî Amerîka li dijî Komara Îslamî ya Îranê nirxand û ragihand: Helwesta diyar a Îranê ji destpêka şerê li Ewropayê ve heya niha li dijî şer û pevçûnan ye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê îşare bi şerê 8 salî û zirardar ê ku Amerîka û hin welatên ewropî bi destê Sedami ser Îranê de sepandine kir û destnîşan kir: Tu welatekî bi qasî Îranê zirar û ziyana şer nedîtiye ji ber vê yekê Komara Îslamî ya Îranê amade ye ku hemû şiyanên xwe yên berfireh û di warê dîplomatîk de ji bo bidawîanîna şerê li Ewropayê bi kar bîne.

Reîsî mazûvaniya Îranê ji penaberên Polonî yên şerê cîhanê yê duyem yek ji qonaxên peywendiyên di navbera her du neteweyan de bi nav kir û nêrîn û stratejiya neteweya Îranê li rawestana li kêleka mezlûman bi bîr xist û tekez kir: Di rewşa niha de, hem Tehran û hem jî Warşova divê bi peydakirina çareseriyên guncav asta danûstandinên xwe yên aborî û bazirganî zêde bikin.

Andrzej Duda, serokomarê Polonyayê, li vê peywendiya telefonî de, bi amaje bi dîroka dirêj a peywendiyên dostane yên welatê xwe bi Îranê re, mêhvandariya gelê Îranê ji penaberên Polonya yên şerê cîhanî yê duyem, nîşana kûrbûna dostaniya di navbera her du netew û welat nirxand û bal kişand ser vê yekê ku Polonya hertim qîmetê dide dilovanî û evîndariya gelê Îranê.

Serokomarê Polonyayê bi gotina vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê hertim hewla berfireh û bihêzkirina aştî û aramiyê li cîhanê daye, daxwaza bilindkirina asta hevkariyên du welatan li warên dualî û navneteweyî kir.

Serepeyv