Cotmeh 18, 2022 12:49 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Dijmin dixwaze behre û ferasetên welêt talan bike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bijare pêşvebirên welêt in û dijmin dixwaze ku van behre û ferasetan talan bike.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di diwazdehemîn Komcivîna Bijareyan da bi gotina vêya ku roja îro vîna cidî ji bo berçavgirtina nêrîna bijareyan li dewletê heye da ku di rêveberiya welêt da guhertin çêbibe, got: Nêrîna guherînxwaz ku zêdetir ji kesên din di bijareyan da heye, rewşeke gelekî baş ji bo pêkanîna ramana dewletê ya îcadkirina guherînê di warên zanistî û bi taybet warên xebatê da dabîn dike.

Reyîsî got: Îdeya Binyata Neteweyî ya Bijareyan ji aliyê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî va hat raberkirin û li pey nêrîna wî ev binyat hat damezirandin û hin pêngav ji bo naskirina bijareyan û piştevaniya ji wan hatin rakirin, lê divê bi bikaranîna ezmûn û hînkariyên heyî, pêngavên nû û bilind ji bo naskirina bijareyan û eva ku bijarebûn tê çi wateyê, bên rakirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê rola dêûbav, mamoste û fêrkaran ji bo perwerdekirina bijareyan gelekî girîng zanî û got: Zanîngeh û Hewzeyan (navendên zanistên dînî) di vî warî da roleke bibandor hene.

Reyîsî bi gotina vêya ku zanîngeha pêşverû tê dikoşe ku bibe sembol û nîşana dahênerî û zêdekirina zanistê, tekez kir: Di rewşeke wiha da zanîngeh dikare di vî warî da bixwe pirsgirêkên welêt bide nasandin û ji bo çareserkirina wan rêkaran raber bike; di halekî da zanîngeha paşverû û şopîner lê dinêre bê ka kesên din çi dixwazin û li hundir û şiyanên xwe yên navxweyî nanihêre.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî tekeziya li ser vêya ku ji bo bikaranîna zanistê tu ast û sînorek tuneye, got: Bijare divê serbixwe bin, tevî ku bijareyê serbixwe dixwaze bihizire û dahêneriya wî hebe û hewcetiya gelê xwe bibîne da ku nêmeta bijarebûnê ji bo çareseriya pirsgirêkan were bikaranîn.

 

Serepeyv