Cotmeh 17, 2022 12:11 Asia/Tehran
  • Tetbîqata leşkerî ya Îqtidara Hêza Bejahiya Sipahê li navçeya gelemperî ya Arazê dest pê kir

Tetbîqata leşkerî ya Îqtidara Hêza Bejahiya Sipaha Pasdarên Îbqilaba Îslamî li navçeya gelemperî ya Arazê li bakûrê parêzgehên Azerbaycan aRojhilat û Erdebîlê yên Îranê dest pê kir.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Lidarxistina vê tetbîqata leşkerî ya mezin bi armanca cihanîna memûriyetê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li gorî rojhejmêra ragihandî ya salane û bi mebesta xurtkirina amadetiya cengî ya hêza bejahiya pêk tê.


Serdarê sertîp Muhemed Pakpûr Fermandarê Hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ragihand, operasiyona helîborna paraşûtvanan, operasiyona êrîşa şevê, operasiyona şêrr a helîkopteran, operasiyona xwefirrên cengî û întiharî û avakirina pireyê li ser Çemê Arazê û kontrolkirina rêyan û girtina bilindahîyan û wêrankirina êrîşbar ji beşên cûr bi cûr ên vê tetbîqata leşkerî ne.

Serdar Pakpûr her wiha got: Peyama vê tetbîqata leşkerî ji bo welatên cînar aştî û dostî û xurtkirina ewlehiya mayînde û ji bo dijminan ragihandina amadetiya Hêza Bejahiya Sipahê li kêleka hêzên din ên çekdar ji bo berevaniya ji sînorên welêt û bersivdana vebirr bo her cûre gefekê ye.

Hêza bejahiya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî yek ji 5 hêzên Sipahê ye ku bi hebûna 100 hezar personelan, beşa sereke ya vê saziya înqilabî pêk tîne.

Serepeyv