ِDezgeha dadweriya Îranê: 4 girtiyan ji ber şewata li girtîgeha Êvînê jiyana xwe ji dest dan
Piştî pevçûnên şeva borî di navbera çend girtiyên beşa taybet a diziyê û mehkûmên darayî yên girtîgeha Êvînê û şewata ku li atolyeya dirûtinê ya vê girtîgehê derket, 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 61 girtî jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Dezgeha Dadwerî ya Îranê li raporekê de ragihand ku 4 girtiyên ku bi tawana diziyê mehkûm bûne û dema mehkûmbûna xwe di girtîgeha Êvînê de derbas dikirin, ji ber dûmana şewatê jiyana xwe ji dest dan.
Di berdewamiya vê raporê de hatiye ku, di vê qezaya şewatê de 61 girtî jî birîndar bûne û 51 ji birîndaran jî bi awayekî sivik hatine dermankirin, tenê 10 kes ji wan li navendên pizîşkî hatine razandin ku rewşa 4 kes ji van girtiyan xirab û krîtîk hatiye ragihandin.
Di raporta Navenda Ragihandinê ya Dezgeha Dadweriya Îranê de hatiye ku, piştî hatina bi wext a dozgerê Tehranê û serokê rêxistina girtîgehên Îranê bo girtîgeha Êvînê bi hevkarî û hewldana berpirsên girtîgehê, hêzên polîs, xebatkarên agirkujî û hawarhatinê zêdeyî 70 girtiyên ku canê wan di bin metirsiyê de bûn, hatin rizgarkirin.
Herwiha hat ragihasndin şeva borî di dema şer û pevçûn û şewata girtîgeha Êvînê de, hejmarek ji girtiyên tawanên tund û metirsîdar hewl didan ji girtîgehê birevin, lê bi saya tedbîrên ewlehiyê yên hatine girtin, nekarîn bigihêjin armanca xwe.
Navenda Ragihandinê ya Dezgeha Dadweriya Îranê di vê raportê de bal kişande ser vê yekê ku rewşa girtîgeha Êvînê ji nîvê şeva borî ve asayî ye û ji şeva derbasbûyî û piştî saetekê ji vemirandina agir, ev îmkan ji girtiyan re çêbû da ku bi malbatên xwe re têkilî daynin û wan ji nîgeranî û fikiran derxînin.
Di vê navberê de, dozgerê Tehranê Elî Salihî diyar kir ku nakokiyên di girtîgeha Êvînê de ti pêwendiya xwe bi aloziyên vê dawiyê yên li hin bajarên Îranê re nîne û got, beşa têkildarî girtiyên ewlehiyê ji beşên dizî û mehkûmên darayî ku li wir agir û pevçûn derketiye cuda û dûr e.