Cotmeh 16, 2022 11:45 Asia/Tehran
  • Dijberiya Îranê li hember bicihkirina hêzên biyanî li herêma Qafqasyayê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li peywendiya telefonî ya digel hevtayê xwe yê Azerbaycanê, hebûna hêzên biyanî li Qefqasyayê wek xema hevpar a welatên navçeyê bi nav kir û tekezî li ser dijberiya Îranê li hember bicihkirina her hêzeke biyanî li navçeyê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê êvara Şemiyê li bersiva pêwendiya telefonî ya Cîhûn Bayramov wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê li bara giringtirîn mijarên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin.

Emîr-Ebdullahiyan li bara kûrbûna peywendiyên Îran û Komara Azerbaycanê, civîna vê dawiyê ya serokomarên du welatan li kêleka civîna lûtkeya SICA li Astana paytexta Qezaqistanê girîng da zanîn.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişande ser pêşhatên vê dawiyê yên li navça Qefqasyayê û li ser piştgirîkirina ji serwerî û yekparçeyiya axa welatên navçê ji wan Komara Azerbaycan û Ermenistanê sekinî û ev nêzîkatî siyaseta herdemî ya Komara Islamî ya Îranê bi nav kir.

Cîhûn Bayramov wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê jî di vê hevpeyvînê de têkiliyên her du welatan girîng nirxand.

Bayramov jî li dijî hebûna hêzên biyanî li navçê rawesta û piştevaniya helwesta Komara Îslamî ya Îranê di vî warî de kir.

Serepeyv