Cotmeh 16, 2022 11:17 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Em berdewamiya hebûna çekdarî ya terorîstan li Kurdistana Iraqê qebûl nakin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Em berdewamiya hebûna çekdarî ya terorîstan li Kurdistana Iraqê û kiryarên wan ên li dijî ewlehiya Îranê qebûl nakin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan li hevdîtina tev Qasim Erecî sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiyê ya Iraqê, bal kişande ser berfirebûna peywendiyên Îran û Iraqê di hemû waran de û li ser hevkariyên her du welatan li warê ewlehiyê ji wan tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna li hember terorîstên çekdar ên li Herêma Kurdistanê kirin.

Emîr-Ebdullahiyan bal kişande ser wê yekê ku peywendiyên her du welatan stratejîk û taybetî ne û em ewlehiya Iraqê wek ewlehiya Îranê dibînin û got: Bi berçavgirtina peywendiyên baş di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Komara Iraqê de, em nikarin vê yekê bibînin ku axa Herêma Kurdistana Iraqê bibe cihê kiryarên terorîstî û gefên li dijî Îranê.

Wî daxwaz ji hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê kir ku di warê rûbirûbûna komên terorîst û apartheid ên ku ji nav axa Herêma Kurdistanê de gefê li Îranê dixwen, berpirsyar bibin.

Sekreterê Encumena Asayişa Iraqê jî di vê civînê de got: Destûra Iraqê rê nade çalakiyên ti kes û tevgerê ku gefê li cîranan bixwe.

El-Erecî teqez kir ku her tedbîrên dijî ewlehiya Îranê dê bi kiryarên dewleta navendî û herêmê bê bersivandin û Iraq ewlehiya Îranê wek ewlehiya xwe dibîne.

Serepeyv