Cotmeh 14, 2022 21:06 Asia/Tehran
  • Kenanî Çafî: Macron bi gotinên xwe yên destwerdanê qanûnşikên û ajawegêran teşwîq dike

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê gotinên serokomarê Fransayê derbarê alûgorên Îranê wek tawanbarkirina siyasî, destwerdan û handêra binpêkerên qanûnê û ajawegêran da zanîn û şermezar kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Nasir Kenanî Çafî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Înê wek berteka li hemberî gotinên roja Pênşemiyê yên serokomarê Fransayê derbarê alûgorên vê dawiyê li Îranê, bigotina vêya ku di Qanûna Bingehîn a Îranê da mafê nerazîtiyên aram bi fermî hatiye naskirin, got: Cihê matmayînê ye ku serokomarê û hin rayedarên dewleta Fransayê di alûgorên vê dawiyê yên Îranê da, xebata hêzên parêzvanê ewlehiyê ya sekinîna li hemberî ajawegêran şermezar kiriye û ji dewleta Îranê xwestine ku xwe ji tundûtûjiyê dûr bike û mafên ajawegêran berçav bigire, lê hevdem wek berteka grevên karkeriyê di beşa neft û gaz û palîngehên Fransayê, rayedarên vî welatî ji wan berdevkê dewletê, gefê li karkeran dixwin ku eger grev û xwenîşandanê bi dawî neyînin, dê bi rêya zorê bi dawî bînin!

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tekez kir: Ev durûtiyeke aşkira ye û careke din diselimîne ku mafên mirovan ji bo gelek dewletên dawaker li welatên rojavayî, pêlîstok û amûrek ji bo bidestxistina armancên siyasî û destwerdana li karên welatên din e.

 

Serepeyv