Cotmeh 14, 2022 12:51 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Pîrozkirina cejna îro ji bo mînakgirtina Resûlullah (S) e

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Roja jidayîkbûna pêxemberê mezin rojeke asayî nîne, rojeke gellekî girîng û mezin e û pîrozkirina cejnê tenê cejn û bîranîn û ev tişt nînin; pîrozkirina cejnê ji bo derswergirtin û mînakgirtina pêxemberê hêja ye.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Parastin û weşandina berhemên Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hevdem digel cejna mezin a jidayîkbûna pîroz a Pêxemberê mezin ê Îslamê (S) û Îmam Sadiq (S) di hevdîtina digel serokên sê saziyên welêt, komeke berpirsan û mêvanên beşdar di sî û şeşemîn Konferansa navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî da, got: Kesayetiyê resûlê ekrem kesayetiyekî bêhempa di hemî alema bûnayetiyê da ye. Em dikarin nîşaneyên mezinahiya Xwedê di tevahiya serdema jiyana wî hêjayî da bibînin, heta di dema jidayîkbûnê da. Me îro wek mewlûda Pêxember pîroz kir, heta di roja jidayîkbûna wî hêjayî da jî mirov nîşaneyên bereketên Xwedê ku çavkaniya wê ya sereke heman lûtkeya bilind anku Bê'set e dibîne.

Hezretê Ayetullah Xamineyî got: Mirov bandorên tewhîdê û nîşaneyên rasteqîn ên tewhîdê di roja jidayîkbûnê da jî dibîne. Ji nav ke'beyê ku pût li wir tên hilweşandin bigire heta rûbirûbûna digel pûtên taxûtî, taxûtên mezin ên mirov di wê rojê da, eva ku filan gola pîroz zuha dibe, filan agirê agirdanka qaşo pîroz ditemire, bilindahiyên Taqa Kesrayê hildiweşin; ev bûyer diqewimin. Loma roja jidayîkbûnê rojeke asayî nîne. Rojeke gelekî girîng e, rojeke gelekî girîng e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha got: Xala esasî ev e ku pîrozkirina cejnê tenê pîrozkirin û mayîndetî û bîranîn û ev tişt nînin. Pîrozkirina cejnê ji bo derswergirtinê ye. Ji bo mînakgirtina Pêxemberê Hêja (S) ye.

 

Serepeyv