Cotmeh 14, 2022 10:49 Asia/Tehran
  • Reyîsî û Eliyêv di kêleka civîna CICA'yê da civiyan

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di kêleka civîna şeşem a serokên welatên endamê Konferansa CICA'yê da li Astaneyê bi serokê Komara Azerbaycanê ra civiya.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê roja Pêncşemiyê li Astaneya Qezaqistanê civiyan.

Muhemed Cemşîdî alîkarê siyasî yê Ofîsa Serokê Komara Îslamî ya Îranê derbarê hûrgiliyên vê civînê got: Reyîsî di gotûbêja bi Îlham Eliyêv da her cûre guherîna di sînorên dîrokî, jeopolîtîka navçeyê û rêya tranzîta Îran û Ermenistanê red kir û ev yek sebebek ji bo bersiva Îranê ya vebirr da zanîn. Wî her wiha hebûna leşkerî ya Ewropayê di bin her navekî da red kir.

Reyîsî ji bilî Îlham Eliyêvê serokê Komara Azerbaycanê, bi Temîm bin Hemed Alê Sanî mîrê Qeterê ra jî bi awayê xusûsî civiya.

Şeşemîn civîna CICA'yê roja Pêncşemiyê bi serokatiya serokomarê Qezaqistanê li bajarê Astaneyê dest pê kir.

 

 

Serepeyv