Cotmeh 13, 2022 13:55 Asia/Tehran
  • Serdar Pakpûr: Tetbîqata leşkerî ya mezin a Îqtidara Hêza Bejahiya Sipahê dê li navçeya gelemperî ya Arazê were lidarxistin

Fermandarê Hêza Bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî qala lidarxistina tetbîqata leşkerî ya mezin a Îqtidara Hêza Bejahiya Sipahê li navçeya gelemperî ya Arazê kir.

Serdar Muhemed Pakpûr, Fermandarê Hêza Bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî qala destpêbûna tetbîqata leşkerî ya Hêza Bejahiya Sipahê li navçeya gelemperî ya Arazê ya bakûrê rojavayê Îranê di çend rojên bê da kir.

Li gorî rapora ISNAyê, Serdar sertîpê pasdar Muhemed Pakpûr, Fermandarê Hêza Bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi lidarxistina tetbîqata leşkerî ya mezin a vê hêzê li bakûrê rojavayê welêt, got: Tetbîqata leşkerî ya Îqtidara Hêza Bejahiya Sipahê di rojên bê da û li navçeyên bakûrî yên welêt û navçeya gelemperî ya Arazê, bi mihweriyeta Biryargeha Navçeyî ya Aşûrayê were lidarxistin.

Serdar Muhemed Pakpûr armanca lidarxistina vê tetbîqata mezin cihanîna memûriyetê li gorî rojhejmêra ragihandî ya salane û ji bo xurtkirina amadetiya cengî ya Hêza Bejahiya Sipahê da zanîn.

 

Serepeyv