Cotmeh 13, 2022 10:28 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Cîhana îro zêdetir ji her demî hewcedara rola bibandortir a saziyên navçeyî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di şeşemîn civîna serokên CICA'yê da tekez kir: Cîhana îro zêdetir ji her demeke din hewcedara rola bibandortir a saziyên navçeyî ye.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di civîna CICAyê ya li Astaneya Qezaqistanê da got: Pêvajoya guherîna di pergala navneteweyî da gihîştiye qonaxeke taybet û di parvekirina nû ya hêzê da, şêwazên serdestîxwaz nayên pejirandin û dengê welatên serbixwe û rola wan zêdetir tê bihîstin û dîtin.

Reyîsî di dewamê da got: Komara Îsllamî ya Îranê bi hebûna raboriya şaristanî û dewlemendiya çandî, siyaseta xwe ya derveyî li ser bingeha têgehên bilind ên xwedayî-mirovî yên wek dadmendî, manewiyet, aqilmendî, exlaq, azadî û serxwebûnê ku gişt rihetî û serfiraziya mirovan misoger dikin, ava kiriye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Têkoşîna serkeftî li dijî terorîsm û zêdegaviyê, alîkariya berdewam bo aware û koçberên Efxanistanê, berevaniya ji gelên bindest ji Filistînê heta Yemenê, piştevanî ji serweriya neteweyî û yekparçetiya axa welatan ji wan li Iraq û Sûriyê, ssekinîna li hemberî yekalîtîşopî û serdestîxwaziyê di hemî rengû  teşeyên wê da û alîkariya bo welatên cînar di rojên dijwar da, rêya îqtidarê û stratejiya Îranê ya hertimî bûye.

Reyîsî got: Hevgirtin û ewlehî li Asyayê guncan digel berjewendiyên welatên serdestîxwaz nîne.

Reyîsî tekez kir: Gelê Îranê ku rêya serxwebûn û pêşketinê bijartiye, tûşî dijayetiya zorbêjan bûye.

Wî got: Gelê Îranê hem bijardeya leşkerî bêhitbar kiriye û hem jî hema wisa ku ew bi xwe mukir hatine, boykot û zexta herî pirr tûşî şikesteke mezin aniye.

 

 

Serepeyv