Cotmeh 12, 2022 20:55 Asia/Tehran
  • Reîsî: Siyaseta derve ya Îranê girîngiyê dide rêxistin û saziyên navçeyî û derveyî herêmê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berî terkirina Tehranê ji bo çûyîna Qazaxistanê got: Siyaseta derve ya Îranê giringiyê dide sazî û dezgehên navçeyî û derveyî navçê.

Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, li ser vexwandina fermî ya serokomarê Qazaxistanê di serokatiya heyeteke payebilind a siyasî û aborî de, êvariya çarşemiyê bi mebesta beşdariya li şeşemîn civîna serokên,welatên endam ên "Konferansa Têkilî û Tedbîrên Avakirina Baweriyê li Asyayê" (SICA) ber bi Qezaqistanê ve bi rê ket.

Serokê Komara Islamî ya Îranê berî çûna ber bi Astanayê li balafirgeha Mêhrabadê ya Tehranê, hevkarîya dualî ya Îranê digel welatên asyayî derfeteka mezin da zanîn û got: Encama hevkariyên dualî yên Îran û welatên Asyayî dikare aştî, aramî, ewlehî û îstiqrara navçê bibe.

Reîsî got: Îranê di gava yekem de bawerîyeka sîyasî ya hevseng di siyaseta cîrantiyê da çêkirîye û di pêngava dahatî de jî dixwaze rola Îranê wek welatekî bi hêz bilîze.

Serokomarê Îranê bal kişande ser vê yekê ku ew dê li kêleka civîna "SICA"yê bi rêberên welatên beşdar re hevdîtinên dualî pêk bînine û hêvîdariya xwe diyar kir ku ev sefer û ev rûniştin ji bo siyaseta derve ya Komara Îslamî ya Îranê û hevkariyên aborî serketî û bi xêr û ber bibe.

"Konferansa Têkilî û Tedbîrên Avakirina Baweriyê li Asyayê" (SICA) forumek navneteweyî ye ji bo xurtkirina hevkariyê ku mebesta wê misogerkirina aştî, ewlehî û aramiyê li Asyayê ye.

Serepeyv