Cotmeh 12, 2022 13:18 Asia/Tehran
  • Reîsî: Berxwedan rêya rizgarkirina Filistînê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li despêka 36`emîn Konferansa Yekgirtiya Îslamî ya Navdewletî li Têhranê, berxwedan rêya rizgariya Filistînê da zanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, serokê Komara Islamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî roja çarşemiyê li vê merasimê, mijara Filistîn û Qudsê mijara yekem a cîhana islamê da zanîn û got: tekane rêya rizgarkirina Filistînê û Quds sekinîna li hember Rejîma Siyonîst û berxwedan e û îro jî bi palpişiya îmkanên xwe rawestana li ber Rejîma Siyonîst pir mumkin e.

Reîsî bi rexnekirina kiryara hin welatên îslamî di warê asayîkirina peywendiyên digel Rejîma Siyonîstî de, pêwendiya dewletan ji peywendiya navbera miletan cuda da zanîn û got: netewên navçê normalkirina peywendiyan bi siyonîstan re qebûl nakin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Amerîka û Rejîma Siyonîst hewl didin ku dubendiyê bixin ser îradeya welatan, bazara çekan ava bikin û dest daynin ser heyî û berjewendiyên welatan û li vî halî de dixebitin mesela Filistîn û Quds Şerîf biçûk bikin û got: Amerîkî û Ewropî li cîhanê mezintirîn binpêkerên mafên mirovan in.

Reîsî siyaseta Îranê di çarçîva têkoşîna li dijî zulm, teror û kufrê da zanîn û got ku Amerîkî jî dibêjin ku em li dijî terorê şer dikin, lê kî nizane ku qehremanên cîhanê yên têkoşîna li dijî terorê Hecî Qasim Silêmanî, şehîd Ebû Mehdî El Muhendis û hêzên Mucahid li herêmê ne ku dever ji hebûna DAIŞê paqij kirin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê li ser şiyanên umeta îslamî li cîhana hevdemê sekinî û bal kişande ser wê yekê ku ala ku ji aliyê Îmam Xumeynî (re) ve hat hildan, ala yekitiya misilmanên cîhanê bi hemû ziman, zarava, avhewa û nêrînan bû.

Reîsî zêdekirina agahî û ravekirina cîhadê yek ji erkên rewşenbîr û ramanwerên cîhana Îslamê di serdema niha de nirxand û got, îro ronakbîrî û ravekirin erkê her kesî ye ku bi her wateyê pêgeha Îslam û misilmanan rohn û eşkera bike û rewşa dijmin û lawaziya wî ji her kesî re bide nasandin.

Serepeyv