Cotmeh 12, 2022 11:55 Asia/Tehran
  • Destpêbûna Konferansa Yekbûna Îslamî bi beşdariya Serokê Komara Îslamî ya Îranê

36.emîn Konferansa Navdewletî ya Yekgirtiya Îslamî bi axavtina Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî li Têhranê dest pê kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Foruma Cîhanî ya Nêzîkbûna mezhebên Islamî her sal bi amadebûna kesayetiyên cîhana Îslamê û hevdem digel hefteya yekitiyê ji 12 heya 17`ê Rebî ul--Ewwelê, konferansa navneteweyî ya yekitiya îslamî lidar dixe.

Armanca lidarxistina Konferansa Navnetewî ya Wehdeta Îslamî ew e ku di navbera misilmanan de yekîtî û hevgirtinê çêbike, lihevhatina aliman û zanyaran ji bo nêzîkkirina nêrînên wan ên zanistî û çandî, her wiha lêkolînkirin û pêşkêşkirina çareseriyên pratîkî ji bo bidestxistina yekitiya îslamî û avakirina umeta îslamî ya yekgirtî di cîhana Îslamê de û çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên misilmanan û peydakirina çareseriyên guncaw di vî warî de ji armancên din ên vê konferansê ne.

Piştî du salan ku vîrusa koronayê bû sedem konferansa Yekîtiya Îslamî bi awayê webinar û vîdeoyî were lidarxistin û sala par jî ev konferans bi beşdariya hejmarek kêm ji mêvanan li dar ket, Îsal em şahidê amadebûna kesayetên siyasî û çandî yên cîhana Îslamê bi dirûşma “Yekitiya Îslamê, aştî û dûrketina ji dubendî û nakokiyan di alema Îslamê de; Çareseriyên rêveberî û tedbîrên operasyonê" nêrînên xwe tînin ziman.

200 hizirmend ji 60 welatan û 100 kesayetiyên siyasî û çandî yên Îranê di beşa rûbirû ya konferansa îsal de beşdar in û di beşa webinarê de ku roja yekşemê dest pê kir, 12 rûniştinên webinarê bi 144 axaftinan lidar dikeve; Ev axiftin bi zimanên Îngîlîzî, Erebî û Farisî bi awayekî zindî ji malpera Konferansa Yekîtiyê têne wergirtin.

Serepeyv