Cotmeh 12, 2022 10:12 Asia/Tehran
  • Hişyariya Emîr-Ebdullahiyan li hember destwerdana Ewropayê di karûbarên navxweyî yên Îranê de

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gotûbêja digel wezîra karên derve ya Fransayê, destwerdana Ewropayê di karûbarên navxweyî yên Îranê de rexne kir û li ser berdewamiya vê pêvajoyê hişyarî da Catherine Colonna.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê roja sêşemiyê li gotûbêja telefonî ya tev Catherine Colonna got: Ger Yekîtiya Ewropayê tedbîrên sînordarkirinê bigire, Têhran jî dê li hember wê tedbîrên bertek bigre.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: Di vê hevdîtinê de me li ser wê yekê li hev kir ku rêzgirtin û berjewendiyên du alî li ser peywendiyan serwer bibin.

Piştî ku li Îranê bi hinceta mirina Mehsa Emînî alozî derket, Brîtanya, Fransa û Almanya, her sê endamên Ewropî yên Rêkeftina Navokî (JCPOA) li gel Amerîkayê ji bo piştevaniya ajawegêran daketin qadê û di vê derbarê de ne tenê daxuyaniyên destwerdanê dan, belkî behsa sizayan jî kirin û di vê navberê de roja duşemiya borî, Brîtanya siza li dijî saziyek û çend berpirsên payebilind ên siyasî û ewlehiyê yên Îranê sepand.

Çavkaniyekî Wezareta Derve ya Almanyayê jî di vê çarçoveyê de ragihand ku Almanya, Fransa, Danîmarka, Îspanya, Îtalya û Komara Çekê 16 pêşniyar ji bo sepandina cezayên nû yên Yekîtiya Ewropayê li dijî Îranê raber kirine û biryar e wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê di 17ê cotmehê de bicivin û biryarê li ser ambargoyên nû bidin.

Helbet vê dawiyê Yekîtiya Ewropayê derbarê rewşa navxwe ya Îranê de biryarek derxistibû ku rastî berteka Nasir Kenanî, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê hat û ev biryarname red û bênirx bi nav kir.

Serepeyv