Cotmeh 12, 2022 09:29 Asia/Tehran
  • Civîna serkirdeya koma têrorîst a Munafiqê bi balyoza Rejîma Siyonîst re li Albaniyayê

Tora El-Mayadeen ji hevdîtina "Galit Balj" sefîra Rejîma Siyonîst li Albanya û "Meryem Recewî" serkirdeya koma têrorîst a Munafiqan xeber da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, toreya El-Mayadeen`ê ji zarê medyayên Albaniyayê ragihand ku li civîna roja Duşemê li kampa Eşrefê li başûrê Albanya li bara berfirehkirina peywendiyên navbera Rejîma zarokkujê Siyonîst û gurûpa tawankar ya Munafiqîn hat gotûbêjkirin.

Koma têrorîst a Minafiqîn berpirsa kuştina zêdetir ji 17 hezar welatiyên Îranê ji endamên meclisê, rayedarên payebilind ên dewletî û leşkerî, welatiyên asayî û bêguneh û welatiyên biyanî ye.

Malpera Tîrana Webê nivîsî ku hevdîtina sefîra Rejîma Siyonîst bi Meryem Recewî re wek bersiva li hember serdana serkirdeya koma Munafîqan bo balyozxana Rejîma Telavîvê di 27`ê Îlonê de û bi boneya destpêbûna Sersal cihûyan bû.

Li gorî nivîsîna Tirana Web`ê, bi berçavgirtina aloziyên vê dawiyê li Îranê, hebûna balyoza Rejîma Siyonîst li kempa Eşrefê, peyameke zelal a hevgirtina Telavîvê û Koma Minafîqan e.

Lihevkirina gurûpa tawankar ya Munafîqan bi dujminên sondxwarî yên Îranê re mijareke nû nîne û vê grûpa cinayetkar bi caran dijminatiya xwe bi gelê Îranê re nîşan daye, ku ya herî diyar jî lihevkirina bi Sedam dîktatorê mirî yê Iraqê ye li şerê heşt salî li dijî Îranê ye.

Serepeyv