Cotmeh 11, 2022 10:36 Asia/Tehran
  • Îdiaya nû ya Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê li dij Îranê, derbarê zengînkirina uraniyomê

Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) di raporekê de îdiayên nû derbarê zengînkirina uraniyomê ji aliyê Îranê ve li navenda Netenzê xistiye rojevê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê li raporekê ragihand ku sêyemîn koma santrîfujên pêşkeftî yên IR-6 ku vê dawiyê li navenda zengînkirina uraniyomê li Netenzê bi cih bûne, niha ketine meriyetê.

Li gorî vê raporê, Îranê ji Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê re ragihandiye, ku plan dike sê zincîre ji santrîfujên IR-2m li 12 santrîfujên ku beriya niha li wir hatibûn plankirin, zêde bike.

Li gor rapora ajansê zincîreyek ji santrîfujên IR-4 û şeş dezgehên IR-2m ku di 31ê Tebaxê de nehatibûn temam kirin, niha bi tevahî hatine saz kirin lê hêj ji bo zengînkirinê nehatine bikar anîn.

Welatên rojavayî bi serkêşiya Amerîka û Rejîma Siyonîstî li salên buhurî Îranê bi cîbicîkirina armancên leşkerî li bernama navokî ya vî welatî tawanbar kirine, lê Îranê ev îdia bi tundî red kiriye.

Serepeyv