Cotmeh 08, 2022 21:12 Asia/Tehran
  • Li başûrê rojavayê Îranê bandeke qaçaxçiya çek û cebilxaneyan hat îmhakirin

Fermandeyê polîsê parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê ragihand, di operasyoneke aloz a polîsên istixbaratî û ewlehiya giştî de, bandên dijî ewlehiyê yên qaçaxçiya çek û cebilxaneyan hatin jinavbirin.

Li gorî rapora binkeya nûçeyan a polîs, serdar lîwa(sertîp) Seyd Mihemed Salihî, fermandarê polîsê parêzgeha Xûzistanê got: Polîsên Asayîşa Giştî ya Xûzistanê, bi plansaziyeke berfireh a operasyonê û bi tedbîrên taybet, endamên koma çete ya ji 3 kesan ku dixwestin barhilgira çekan li bajarê Şûşê belav bikin, di çarçoveya operasyoneke hevpar de girtin.

Polîsên Asayîşa Giştî ya Xûzistanê, bi plansaziyeke berfireh a operasyonê û bi tedbîrên taybet, endamên koma çete ya ji 3 kesan ku dixwestin barhilgira çekan li bajarê Şûşê belav bikin, di çarçoveya operasyoneke lezgîn de girtin.

Rêveberê polîsê parêzgeha Xûzistanê diyar kir: Di vê pişkinînê de 9 çekên kelaşnîkof hatin dîtin û 2 otombîlên Samand û Pride ku di qaçaxçîtiyê de dihatin bikaranîn, hatin desteserkirin.

Rêveberê polîsê parêzgeha Xûzistanê bal kişande ser îradeya hêzên polîs li hember wan qaçaxçiyên çek û teqemeniyan ku dibin sedema bêewlehiyê di civakê de û rehetiya xelkê têk didin û got: Asayîşa xelkê xeta sor a polîs e. kes an jî kesên ku niyeta wan heye ku zirarê bide wê bi tundî li gorî qanûnê bi wan re reftar dibe.

Serepeyv