Cotmeh 08, 2022 11:57 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Êrîşî çend baregehên dîplomatîk ên Îranê li Ewropayê kirin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Ji bilî êrişa ser balyozxana Îranê li Danîmarkê, êrişên tund ên din jî li ser baregehên dîplomatîk ên Îranê li Ewropayê hatine kirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), "Nasir Kenanî Çafî" berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, şeva Îniyê li twîtterê derbarê êrişên ser balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Danîmarkê û hin navendên nûneratiyên din ên Îranê li Ewropayê nivîsî: êrîşa li ser cihên dîplomatîk ji kiryarên tund û neqanûnî yên vê dawiyê li dijî Îranê li Ewropayê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir: Di van demên dawîn de êrîşên tund ên din li ser baregehên dîplomatîk ên Îranê li Ewropayê hatine kirin û peywendiya van êrîşan bi piştgirîya siyasî ya rojavayî ji ajawegêran nayê veşartin.

Kenanî Çafî tekez kir: Hikûmetên mazûvan xwedî erkê qanûnî ne ku cihên dîplomatîk û dîplomatan biparêzin û tê çaverêkirin ku bêyî paşxistin vê yekê bikin.

Di bûyereke ewlehiyê de, êrîşkarekî xwest bi kêrê êrişî balyozê Îranê yê li Danîmarkayê bike, lê xweşbextane bi ser neket.

Piştî êrîşa roja Îniyê ya êrîşkarekî bi çekên sar bo ser balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Kopenhagê, ku gef li balyozê Îranê xwar, yek ji karmendên xwecê birîndar kir û wesayîtên balyozxanê jî ji ber êrişa wî zirar dîtin, balyozê Danîmarkayê li Tehranê bo wezareta derve ya Îranê hat gazîkirin û nerazîbûna tund a Komara Îslamî jê re hat ragihandin.

Di bersivê de Balyozê Danîmarkayê jî lêborîna xwe ji bo rûdana hanê xwest û tekez kir ku tedbîrên ewlehiyê dê piştî vê bûyerê bihêztir bibin û berdewam bin û dê yekser rewşê ji Kopenhagê re ragihînin.

Serepeyv