Cotmeh 07, 2022 21:24 Asia/Tehran
  • Kenanî di bersiva biryara Parlemana Ewropayê de: Em ê bersiveke guncaw bidin van destwerdanan

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, biryara destwerdana parlemana Ewropayê redkirî û bêqîmet da zanîn û destnîşan kir: Em ê bersiveke guncaw bidin van destwerdanan.

Parlemana Ewropayê bi weşandina biryarnameyeke destwerdanê, daxwaza lêkolîna derbarê mirina rehmetî Mehsa Emînî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Nasir Kenanî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, îro Înê li bersiva biryara destwerdana parlemana Ewrûpayê got: ev biryarname pêşdaweriyên yekalî û bê bingeh li dijî Komara Islamî ya Îranê dihewîne ku di bingehê de redkirî û bê nirx e.

Kenanî her wiha got: Tevî îdiayên ku tê de hatine gotin, ev biryar rexne li tedbîrên pêwîst li hember kiryarên tundrew ên organîzekirî û êrişên ser mal û milkên giştî û can û mal û milkên xelkê di bin navên sexte û nerewa de digire, ku organîzekar û teşwîqkarên serhildanan, piranî eslê xwe Ewropî ne û xwe mijûlî organîzekirina kiryarên dijminane li dijî Komara Îslamî ya Îranê kirine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve her wiha got: Parlemana Ewropayê bi derxistina vê biryarnamê nîşan da ku li reftarên xwe yên bijartî li hemberî gelê mezin ê Îranê berdewam e, ji ber ku heta niha nehatiye dîtin ku ev parleman tevî îdiayên xwe yên bê bingeh, Biryarnameyek li gor mafên mirovan a li dijî cezayên li dijî mirovan a amerîkî li dijî gelê Îranê derxîne.

Kenanî her wiha got: Mijara koça dawî ya Mehsa Emînî ku li ser bingeha pêwîstiyên qanûnî yên navxweyî û ne li gor xwestekên kesên din tê lêkolînkirin, li gora ku em ji parlemana Ewropayê dizanin, ev destwerdana tenê behaneyek e ji bo berdewamiya dijminatiya tundrewên vê Parlemanê li dijî Komara Îslamî ya Îranê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Komara Islamî ya Îranê li ser esasê rêzgirtin û berjewendîyên dualî ji bo peywendîyên dualî bi hemî alîyan re amade ye, lê li hemberî her hewildanek ji bo zext û zorê an jî bikaranîna tedbîrên sînordarkirinê li dijî gelê Îranê, bi biryar e raweste û bersiveke gunxaw  bide wan.

Serepeyv