Peywendiya telefonî ya wezîrên derve yên Îran û Iraqê
Wezîrên karên derve yên Îran û Iraqê li bara dawîn pêşhatên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin.
Wezîrê Derve yê Îranê di peywendiyeke telefonî de ji hevtayê xwe yê Iraqî re gotiye, “Em ê êdî qebûl nekin ku ji aliyê komên ku li herêmê têne parastin ve bên tehdîdkirin.”
Li gor Malpera fermî ya Îranê, Wezîrê Derve yê Îranê aniye ziman, “Piştî derbasbûna çar dehsalan, tevî sozên li dû hev ên berpirsên herêmê (Herêma Kurdistanê), mixabin çalakiyên grûpên çekdar ên terorîstî yên li dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê ji axa Herêma Kurdistanê berdewam in.”
Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan her wiha gotiye, “Tevî rêzgirtin û pabendbûna me ji bo pêşxistina peywendiyên di asta bilind de di navbera her du welatan de, weke ku rayedarên pilebilind ên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê teqez kirine, em berdewamiya destdirêjî û hewlên terorîstî yên grûpên niştecihbûyî li herêmê qebûl nakin.”
Wezîrê karên derve yê Îranê di vê pêwendiya telefonî de, hewlên wezîrê karên derve û serokwezîrê Iraqê ji bo azadkirina heciyê îranî yê girtî li Erebistana Siûdî nirxand.