Cotmeh 04, 2022 16:53 Asia/Tehran
  • Kenanî: Divê Biden li ser rewşa mafên mirovan ya Amerîkayê bifikire

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li hember gotinên serokomarê Amerîkayê yên derbarê destwerdana di karûbarên Îranê de, destnîşan kir ku divê serokomarê Amerîkayê berî nîşandana jestênderbarê parastina mafê mirovan, hinekî li ser rewşa mafên mirovan a welatê xwe bifikire.

Piştî siyasetên destwerdanê yên Waşîngtonê, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi daxuyaniyekê bertek nîşanî bûyerên vê dawiyê yên li Îranê da.

Li gorî rapora IRNA`yê, Nasir Kenanî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li ser rûpela xwe ya twîtterê li ser mafên mirovan ên Amerîkayê nivîsî ku bi salan e gelên cîhanê li Filistîn  Efxanistan, Îraq, Yemen, Lîbya, Sûriye û hwd û heta di nava xaka Emrîkayê bi xwe de dîtin û dibînin.

Kenanî her wiha got, baştir bû ku Joe Biden berî nîşandana jestên derbarê parastina mafê mirovan, hinekî li ser rewşa mafên mirovan a Amerîkayê bifikire; her çend ku durûtî ne hewceyî fikirkirinê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir: Divê serokomarê Amerîkayê ji ber tehrîmên bêmînak û li gorî îtrafa hikûmeta vî welatî feleckir ên li dijî gelê Îranê bikeve nav fukaran, boykotên ku li dijî kîjan neteweyî bibe, wek tawana li dij mirovaniyê tê hesabê.

Serepeyv