Cotmeh 03, 2022 10:47 Asia/Tehran
  •  Emîr-Ebdullahiyan û Sekreterê gişt ê NY bi rêya telefonê derbarê dirêjkirina agirbesê li Yemenê axivîn

Di gotûbêja telefonî ya di navbera António Guterres Sekreterê gişt ê NY û Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê da, alûgorên herî dawî derbarê dirêjkirina agirbesê li Yemenê hatin vekolandin.

Emîr-Ebdullahiyan di vê gotûbêja telefonî da tevî sipasiya ji Sekreterê gişt ê NY ji ber hewildanên wî yên avaker ji bo alîkariya bo pêkhatina aramiyê li navçeyê, tekezî li ser girîngiya rakirina dorpêça mirovî li ser Yemenê û dewama agirbesê kir.

Erebistana Siûdî ji Adara 2015an va di çarçoveya hevpeymaniyeke pêkhatî ji çend welatên erebî û bi alîkarî û çiraya kesk a Amerîkayê û piştevaniya Rejîma Siyonîst, êrîşên berfireh li ser Yemenê ku welatê herî belengaz ê erebî ye, dest pê kirin.

Ev welatana piştî heft salan destdirêjiya li ser Yemenê û kuştina bi hezaran kesî û wêrankirina binesaziyên vî welatî ne tenê armancên xwe bi dest nexistin, belkî li pey derbeyên mûşekî û xwefirran ên hêzên çekdar ên Yemenê li ser kûrahiya axa wan, neçar man ku agirbesê qebûl bikin.

Ev agirbes ku ev 6 meh in berdewam bûye, bi hezaran carî ji aliyê destdirêjkeran va hatiye binpêkirin û wan hn beşên wê bi cih neanîne.

Serepeyv