Cotmeh 02, 2022 19:38 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya endamên meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ji bo piştevanîkirina ji hêzên ewlekarî û întizamî

Endamên meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê di daxuyaniyekê de piştevaniya kiryarên hêzên ewlekarî û Întizamî yên di dema aloziyên vê dawiyê de kirin û daxwaza cudakirina nerizamendiyan ji ajawegêriyan kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, di daxûyaniya endamên meclisa Îranê de ku roja yekşemiyê li civîna giştî ya meclisê hat xwendin, wiha hatiye diyarkirin: Bi berçavgirtina bûyerên vê dawiyê yên welat û pêwîstiya lêkolîneke bi hûrgilî û pisporî li ser sedem û encamên vê meselê, Meclisa Şêwra Îslamî hemû amûrên xwe yên çavdêriyê bikar tîne ji bo zelalkirina hemû bûyerên pêwendîdar û biencamkirina şopandinan û diyarkirina sebebên pirsgirêkan, her weha hewl dide stratejiyên pêdivî ji bo girtina pêşiya dubarbûna bûyer û pirsgirêkan raber bike.

Endamên meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ji ber şehîdbûna parêzvanên ewlehiyê û qurbaniyên bûyerên vê dawiyê, sersaxiya ji gelê qedirbilind ê Îranê re xwest û di daxuyaniya xwe de diyar kirin: Di vê serdema krîtîk û hestyar de, ku dijminên sondxwarî yên ol û neteweya me ne tenê lê digerin ji rewşê îstifadeya nerewa dikin, belkî hewl didin rasterast û bi hemû hêza xwe ya siyasî, aborî û pê bikaranîna hêzên xwe ya piyade bi awayekî eşkera hewl didin alozî, tevlihevî û bêewlehî çêkin. Loma tê çaverêkirin ku hemû vekolerên siyasî û civakî di şîroveyên xwe yên derbarê van bûyeran de rêzên xwe ji navgînên medyayî yên dijmin veqetînin.

Di vê daxûyaniyê de hatiye diyarkirin: Tevgera medyayî ya dijberê Înqilaba Îslamî bi hemû hêza xwe ya navxweyî û derveyî bo têkbirina sermaya civakî ya Îranê dixebite da ku yek ji parametr û sembolên serbilind ên baweriya civakî, ango hêzên polîs, li ber çavên civakê reş û xirab bike, lê vê hêza serbilind karî ji aliyekî ve hêrsa xwepêşanderan kêm bike û ji aliyê din ve jî cezayên giran li çeteyên dijmin da.

Serepeyv