Termên paqij ên çar şehîdên bûyera terorîstî li Zahidanê hatin veşartin
Cenazeyên 4 şehîdên asayîşê bi amadebûna nûnerê weliyê feqîh, parêzgar, fermandarê binkeya Quds a hêza bejahî ya sipahê Başûrê Rojhilat û berpirsên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li bajarê Zahidanê hatin oxirkirin.
Di bûyera terorkirina roja Înê ya Zahidanê û aloziyên piştî wê de, serheng pasdar Seyd Hemîdreza Haşimî (Seyd Elî Mûsewî), Mihemed Emîn Azer Şeker, Mihemed Emîn Arifî û Elî Beyk ji şehîdên bûyera terorkirina roja înê ya Zahidanê û aloziyên piştî wê ne ku piştî oxirkirina meytên wan şehîdan dê wan li bajarên wan Zahidan, Kirman û Zabulê bispêrin axê.
Duh (şemî) jî termê endamê Besîc ê Plana Ewlekariya Sunnî Seîd Burhanzehî Rîgî ku di encama birînên xwe de şehîd bibû, hate veşartin.
Di dawiya vê merasimê de peyama lîwa Mihemed Pakpûr, fermandarê hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî hat xwendin.
Roja Înê hejmarek terorîst di encama êrişeke ser navenda polîsê Zahidanê û reşandina gullan ber bi wê navendê û avêtina molotofan hundirê navenda polîs bûn sedema aloz û ajawegêriyê û çehîdbûna hêzên hanê.